spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tûnûsê krîza ji ber Îxwanan

Di demekê de ku hewldanên ji bo avakirina hikûmeta Tûnûsê didomin de, di navbera partiyên siyasî de krîza nerazîbûna ji partiya Nehda ya Îxwanan kûr dibe. Seroka partiya Destûrî ya Azad Ebîr Mûsa da xuyakirin ku partiya wan dê cih di hikûmetekê de negire ku partiya Îxwanan Nehda di nav wê hikûmetê de be.  Mûsa di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya medyaya civakî de parvekir wiha gotiye: “Em tev li tu şêwir û hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeteke nû nabin, heke di nav wan endamên partiya Îxwana Mislimîn hebe.”

Her wiha rexneyên tund li hikûmeta Nehda ya Îxwanê û serokê wê Raşid El Xenûşî kir ku ji sala 2011’an ve desthilatiya welat xistiye bin kontrola xwe. Her wiha serokê partiya Tevgera Gel a Eniya Demokratan Zuhêr Mexzawî jî di hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeteke nû de anî ziman ku ew alîgirê wê yekê ne ku partiya Nehda li derveyî vê hevgirtinê were hiştin û hikûmeteke bêyî Nehdayê were avakirin. TÛNÛS