Pêncşem, December 2, 2021

Li Viyanayê kurd û dostên wan ji bo Denîz Poyraz daketin qadan

Li paytexta Awusturya Viyanayê Yekitiya Hêza Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Şoreşger êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê, qetilkirina Denîz Poyraz û êrîşên dewleta tirk protesto kirin.

Kurdistanî û antîfaşîstên awusturyayî li Viyanayê ji bo Denîz Poyraz  û êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.

Çalakiya ku li Crîstîan-Broda Platzê hate kirin, antîfaşîstên awusturyayî û Eniya Gel jî tev li bûn.

Di axaftinên ku hatin kirin de Poyraz hate bibîranîn û peyama ‘Ne êrîşên dagirkeriyê û ne jî cînayet nikare me rawestînin’ hatin dayîn.

Li ser navê ciwanan jî axaftin hate kirin ku wê ciwan hesabê vê ji AKP-MHP’ê hilde.

Piştî daxuyanî û axaftinên hatin kirin bi hildana alên HDP, YPG û YPJ’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meş bi dirûşmeyan heta Mûseûmqatîerê dom kir.