23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê banga yekitiya neteweyî

Li Wanê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Niha dema yekitiya neteweyî û pêkanîna azadiyê ye” daxuyaniya yekitiya neteweyî hat dayîn.

Tevî hemû astengî û mudaxeleya polîsan jî daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê bi tevlibûnek qerebalix hat dayîn. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, rêveberên DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk destnîşan kir ku divê tu kurd xerabiyê bi kurdekî din neke, divê tu hêzên kurd ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û serdest, êrîşî tu hêzên kurd ên din neke û wiha axivî: “Her hêzên kurd ên li hember hesreta yekitiya gel û ruhê yekitiya neteweyî bin, armancên wan çi dibe bila bibe, hêza xwe ji ku bistînin bila bistînin dê her tim têk biçin. Em careke din li pêş çapemenî û raya giştî diyar dikin ku peywir û berpirsiyariya gelê me daye ser milê me, em dê bi vê mebestê di rêya xwe de bimeşin û em hemû gelê kurd û siyaseta kurd vedixwînin ku bi van rêgezan tevbigerin.”

Ozturk got ku dê tu caran zilmê nepejirînin, serî netewînin û wiha axivî: “Divê hemû gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê bibînin ku kesên dijminatiyê li kurdan dikin dê têk biçin. Çûyîna li dû vê bloka ku dijminê kurdan e, dê bi xwe re felaket û tevliheviyê bîne. Bangewaziya me ji gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê re ev e; bloka AKP û MHP’ê êdî hatiye dawiya emrê xwe. Divê ev bê dîtin û li gor vê tercîh bê kirin.”

Çalakiya grevên birçîbûnê

Ozturk bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku ger li girtîgehan bûyereke neyînî biqewime berpirsiyar hikûmeta tirk e û wiha domand: “Tecrîda li girava Îmraliyê ji bo Tirkiyeyê şerm û rûreşiyeke mezin e. Ne mimkûn e ku ev pergal bê qebûlkirin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest dest ji pêkanînên xwe yên keyfî û bêhiqûqî berdin û dawî li tecrîdê bînin. Divê Tirkiye êdî bizane ku bi tecrîdê nikare biçe serî û ji ber vê yekê jî statuya taybet a ku li girava Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî dimeşîne divê bi dawî bike.”

Her wiha Ozturk biryara DMME’yê bi bîr xist û bang kir ku hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

Greva birçîbûnê didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, 6 hefte li pey xwe hiştin. Her wiha li Mexmûrê jî bi heman armancê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin careke din rola Ocalan ber bi çav kirine û ev bang kir: “Heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê saz bike, dê encam zûtir bê girtin.”