19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê hejmara kuştiyan her diçe zêde dibe

Êrîşên hewayî yên Israîlê li ser Xezayê bi dijwarî berdewam dike. Her wiha artêşa Israîlê li sînorê Xezayê sewqiyata leşkerî û çekên giran zêdetir dike. Ji roja duşemê heta niha hejmara kuştina filîstîniyan gihaşt 119’an. Di nav kuştiyan de bi dehan zarok jî hene. Li Israîlê jî di encama roketên ku ji Xazeyê tên avêtinê de herî kêm 7 kes hatine kuştin.

Komên biçek yên filîstîniyan jî bajarên Aşkelon, Aşdod û nêzî balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê dike armanc û bi roketan êrîş dike.

Artêşa Israîlê li ser îdayên ku hêzên Israîlê ketine Xezayê daxuyanî da û ragihand ku hêzên wan neketine Xezayê.

Serokwezîrê Israîlê jî daxuyanî da û got: “Min gotibû wê Hamas berdêlên giran bide. Me vê kir û em ê hîn dijwartir berdewam bikin. Gotina dawî hîn nehatiye gotin û ev operasyon dê heta cihê pêwîst  bidome.”

Berdevkê leşkerî yê Hamasê jî peyamek weşand û got: “Operasyoneke ku li ser Xezayê bê kirin, bi îzna xwedê, wê derfetekê bide ku em ê hejmara kuştî û mehkûmên dijmin zêde bikin. Em amade ne ku dersek mezin bidin wan.”