spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li xwezaya xwe xwedî derkeve’

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî talankirina xwezayê çû cihê ku dar lê tên birin, quntarên Çiyayê Çelênimêja yê Kenîsarke yê bi ser Şirnexê ve daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endam û rêvebirên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Ji qetilkirina daristanên Besta û Cûdî re bêdeng nemîne’ hat vekirin.

‘Divê gel xwedî li xwezaya xwe dekeve’

Daxuyanî ji hêla parlementer Hasan Ozgûneş ve hat dayîn. Ozgunes anî ziman ku bi destên îqtidara AKP’ê û MHP’ê daristan tên şewitandin û yên ku dimînin jî tên birîn û wiha axivî: “Li Cûdî, Gabar, Besta, Qileban û Elkê darên me tên birîn. Niha jî li herêma Bestayê dar tên birîn û xweza tê talankirin. Birîna daran bûye wek çandekê. Ji bo rantê daristanên me îro tên birîn. Li herêmê birîna daran hîn berdewam dike. Her wiha ji xeynî birîna daran daristanên me tên şewitandin û ev şewat hîn berdewam dike. Ev şewat jî bi destên leşkeran tê derxistin. Li Dersîmê jî bi rojan e şewata daristanan berdewam dike. Li aliyê rojavayê Tirkiyeyê jî ji bo rantê daristan hatin şewitandin. Bila hemû gel xwedî li xwezaya xwe derbikeve. Li aliyê rojavayê Tirkiyeyê dema daristan dişewitin hêstiyariyek çêdibe. Lê belê dema li Kurdistanê daristan tên şewitandin û tê talankirin heman hêstiyarî nayê nîşandan. Çav û guhên dewletê nabihîze.”

‘Dest ji qirkirina xwezaya me berdin’

Ozgûneş di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê hebûna çand û nasnameya kurdan ji xwe re wek talûkeyekî dibîne û got: “Ji ber vê yekê jî xwezaya wê jî ji xwe re wek dijmin dibînin. Bi tûnekirina xwezayê dixwazin kurdan jî tune bikin. Lê belê gelê kurd li dijî hemû êrişan hîn li ser piya ye. Em bang li Waliyê Şirnexê dikin; ma gelo wîjdana we naşewite? Hûn bi tunekirina xwezaya me dixwazin ji nifşê nû re çi bihêlin? Hûn dixwazin jiyana me jehrî bikin? Hûn çima vê qirkirinê asteng nakin? Hûn çima qadên me yên jiyanê teslimî kesên ku xwe pênc quruşa firotî dikin? Em we şermezar dikin. Em we hîşyar dikin û dibêjin li tavilê dest ji qirkirina xwezaya me berdin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûnştinê bi dawî bû.