spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yemenê cendekê 150 penaberî hate dîtin

Li peravên Ras El Ara yê bakurê Yemenê seydvanî li cendekê zêdeyî 150 penaberên afrîkayî rast hatin. Li gorî agahiya rojnameya Eyam ya Yemenê kelekeke ku derdora 400 penaberî tê de hebûn li gemiyekê ketiye û di encamê de kelek noqî nava avê bûye. Paşê seydvanî li ser peravê El Ara yê Yemenê rastî cenazeyê derdora 150 penaberî hatine û aqîbeta wan penaberên din ên ku di kelekê de bûn, nayê zanîn. Heta dema amadekirina vê nûçeyê tu daxuyaniyeke fermî ji alî rayedarên dewleta Yemenê nehatiye kirin.