25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yewnenistanê semînera jineolojiyê

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropa li ser Jinolojiyê semînerek dan.
Di semînera jineolojiyê de endama TJK-E’yê Bêrîvan Karayoyûn axivî û diyar kir ku zanist divê ji desthilatê dûr, nêzî civakê be û pêwîstiyên civakê pêşwazî bike.
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropa Sara Marche jî axivî û destnîşan kir ku têgehe ‘Jineoloji’ye têgeheke bi kurdî ye û ev tişt anî zimnan: “Jineolojî zanista jinê ye. Li vir jin û peyvên zanistê xwe li ser bingehê ‘Civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan’ xwe ji nû ve pênase dike. Ev ji bo jinên cîhanê şansek e. Weke ku Abdullah Ocalan , jinê ji zayendekê zêdetir mîna ‘xwebûna sosyolojiyê’ pênase dike.  li ser vê bingehê di serî de têkiliyên çewsandinê, dîsa ji bo çareseriya hemû sîstema mêtingeriyê rêbazek e. Ronîkirina xwezaya jinan û ronîkirina xwezaya civakê, nivîsandina dîroka koletî û azadiya jinan, avakirina zanista şoreşa jinan, ber bi konfederalîzma jinên cîhanê ve dibe.”
Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê