24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yugoslavyayê jineke qehreman

Ev jina ku di wêne de xuya dike jineke şoreşger a Bosnayî ye. Navê wê jinê Lepa Radic. Ev jin di sala 1943’an de wekî dîl dikeve destê artêşa Almanyayê.

Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Lepa Radic di 17 saliya xwe de ji ber gulebarana leşkerên almanî hate girtin.

Beriya ku wê bidarve bikin generalê alman ê nazî jê re wiha dibêje: “Heke tu navê hevalên xwe bêjî, ez ê te azad bikim.”  Wê jî wiha bersivê dide generalê alman: “Dema ku ew hevalên min ji bo kuştinê te bibin ber sêdarê wê navê xwe ji te re bêjin.”

Bi rastî  jî wiha bû û hevalên wê ew general girtin û bi heman dara ku Radic pê ve hatibû darvekirin, wî generale bidarve dikin.

Lepa Sevetozarovna Radic di 19’ê kanûna 1925’an de li gundekî girêdayî Bosna Hersekê tê dinê. Lepa di temeneke biçûk de bi rêya apê xwe Vlade Radic fikrên sosyalîst nas dike û bi tevlibûna çalakiyên karkeran dest bi têkoşîna xwe ya aktîf dike.

Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi dagirkirina Yugoslavyayê ya ji aliyê naziyan ve, tev li Partiya Komunîst dibe. Dema tev li partiyê dibe hêj 15 salî bû. Bi bav û birayê xwe tev li Serhildana Kozarayê dibe. Di Girtîgeha Ustashayê 20 rojan girtî dimîne û piştre bi rêhevalên xwe re ji girtîgehê fîrar dike.

Di eniyan de bû şervana herî zîrek, lê belê tenê şervantî nedikir di heman demê de li eniyên şer hemşîretiyê jî dikir, partîzanên ku nivîsandin û xwendinê nedizanî wan fêrî xwendin û nivîsandinê dikir.

Lepa li her derê gel li dijî êrîşan birêxistin dikir û çalakî û civînan lidardixist.

Lepa sala 1943’an dema Serhildana Grmecê de dîl dikeve destê naziyan û tê darvekirin. Lepa dema tê darvekirin gotinên wê yê dawîn ev bûn: “Her bijî Partiya Komunîst! Bijîn Partîzanî. Ey gelê min ji bo azadiya xwe şer bike! Tu carî teslîmê naziyan nebin! Dibe ku min bikujin lê ez zanim dê rêhevalên min tola min hilînin!”

Piştî şer Lepa li Yugoslavyayê wek qehremana gel hat îlankirin.