16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zaxoyê xwepêşandan

Beşek ji welatiyên navçeya Zaxo Duhokê li dijî biryara rêdana derbasbûna şofêr û wesayîtên barhilgir ên Tirkiyeyê ya nava Herêma Kurdistanê şeva borî xwepêşandan kirin.

Çend roj berê li navçeya Zaxoyê  beşek karker û welatiyan li dijî biryara ku rê dide şofêr û barhilgirên li deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî Herêma Kurdistanê bibin xwepêşandan li dar xistin. Li gorî welatiyên Zaxoyê ev biryar dibe sedema bêkarmayîna bi hezaran şofêrên Herêma Kurdistanê. Li gorî berê kamyonan barê xwe digihandin heta sînor û li sînor bi kamyon û barhilgirên Herêma Kurdistanê dihatin veguhastin bo deverên din ên herêmê.

Li aliyekî din, di rojên dawî de li parêzgeha Duhokê, xalên kontrolê hatine zêdekirin. Ev jî di nav welatiyan de bûye cihê fikaran. Li gorî agahiyên ku me ji herêmê bidest xistine, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji tirsa nerazîbûna xelkê Behdînanê ya li dijî desthilatê, nedana mûçe û xizmetguzariyê, xalên kontrolê li herêma Behdînanê zêde kirine. Heman çavkaniyan ragihand ku êdî bi awayekî rasterast gef li wan kesên ku di torên civakî de desthilatê rexne dikin û banga xwepêşandanan dikin tê xwarin.

DUHOK