25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Libnan dîsa bê hikûmet ma

Piştî teqîna mezin a li peravên Beyrûdê, Serokwezîrê Libnanê Hesan Diyab di encama xwepêşandan û nerazîbûnên gel de dest ji peywîra xwe berdabû. Zêdeyî 9 mehan di ser bûyerê re derbas bû lê tevî hin hewildanan hikûmeteke nû nehatibû avakirin û ev welat di nava krîzeke aborî ya dijwar de ye.

Peywira avakirina hikûmeteke nû dabûn serokwezîrê demî Sead El Herîrî lê piştî gelek hevdîtin, şêwir û bazarên bi serokê Libnanê Mîşêl Ewn re, doh Sead El Herîrî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew nikare hikûmeteke nû ava bike.

Bi vê daxuyaniya Herîrî re krîza aborî ya ku berê li welat hebû derkete asteke dijwartir û gelê Libnanê yê hinekî navber dabû xwepêşandanan dîsa dakete kolanên bajaran.

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken îro di daxuyaniyeke çapemenî de got ku daxuyaniya Herîrî û lêborîna wî ya ji bo ku nikare hikûmeteke nû ava bike, cihê mixabîniyê ye.

Blinken di daxuyaniyê de wiha got: “ Tiştê herî giring niha avakirina hikûmetekê ye da ku bikaribe sererastkirinan bike û amadekariya xwe ji bo hilbijartinên sala 2022’an re bike.

Blinken her wiha gazinc li siyasetmedarên Libnanê kir û got: “ siyasetmedarên Libnanê 9 mehên derbasbûyî vala derbas kirin û nikaribûn li ser avakirina hikûmetekê li hev bikin. Vê yekê bandoreke gelekî xirab li ser aboriya vî welatî kir. Divê partiyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û hikûmetekê ku xizmeta gelê Libnanê bike, ava bikin.”

Ev daxuyaniya Herîrî ji alî gelek aliyan ve hate rexnekirin. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian rexne li hemû siyasetmedarên Libnanê kir û got ku hemû kes ji vê yekê berpirsiyare ku nikaribûn hikûmeteke nû ava bikin û ev yek dê encamên gelekî xirab bi xwe re bîne.”