19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Libnan hikumeteke nû ava dike

Bi serokatiya Necîb Mîqatî li Libnanê hikûmeteke nû hate avakirin.  Hikûmet ji 24 wezîran pêk tê. Piştî zêdeyî salekê ji jikarberdana hikûmeta Hesan Diyab hikûmeta Libnanê li ser hesabê xwe yê Tweeterê da xuyakirin ku serok Mîqatî û Mîşêl Ewn peymaneke lihevkirinê  ji bo avakirina hikûmeteke nû îmze kirine.

Ji 24 wezîrên hatine destnîşankirin tenê jinek heye ku wezîra karên pêşxistên îdarî Necla Reyaşî ye.

Mîqatî di daxuyaniya xwe ya pêşî de got ku ew dê herî zêde guh bidin rewşa aborî û peydakirina tiştên ku niha gelê Libnanê nikare peyda bike.

Mîqatî bi tevlêbûna serokê Parlamentoyê Nebîh El Berî  û heyeteke wezîran, hevdîtinek bi serokê berê yê Libnanê Mîşêl Ewn re kir. Di civînê de pirsgirêkên sereke yên gelê Libnanê û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Libnanê bi kirîzeke aborî ya dijwar re rû bi rû ye û wiha xuya dike ku dê ev hikûmeta nû jî gelek zor û zehmetiyan bikişîne. Çavê her kesî dê li wan be gelo dê dikaribin Libnanê ji vê krîza aborî û siyasî derxînin an jî wekî hikûmeta berî xwe ji bin barê giran dernekevin û serî li istîfayê bidin.

Wekî tê zanîn piştî istîfaya hikûmeta Saad El Herîrî Necîb Mîqatî di 15 tebaxê de ji bo avakirina hikûmeteke nû hatibû pêwirdarkirin. Mîqatî berê du caran bûye serokwezîrê Libnanê û niha ji endamê parlemntoya Libananê ye.