19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîbyayê derî li ber namzetên serokatiyê vekir

Saziya Bilind a Hilbijartinan li Lîbyayê deriyê xwe li pêşberî berbijêran (bernamzetan) vekir ku navê xwe ji bo hilbijartinan pêşkêşî saziyê bikin. Saziyê bang li dezgehên medya û çapemeniyê kiribû ku seat di 12.00’an de ji bo şopandina daxuyaniya saziyê bêne navenda Saziya Bilind a Hilbijartinan.

Li gorî qanûna hilbijartinan a Lîbyayê kesê/a ku bikaribe ji sedî 50+1 dengan bidest bixe dê di tûra yekemîn de bibe serokê wî welatî. Heke tu berbijêr nikaribe ji sedî 50+1 deng bi dest bixe dê tûra duyemîn pêk were û pêşbazî di navbera 2 kesên ku herî zêde deng girtine berdewam bike.

Her wiha saziyê da xuyakirin ku kartên hilbijartinan li hemû nivîsgehên rêveberiya hilbijartinan hatine belavkirin û ew ji bo hilbijartinan amade ne.

Hêjayî gotinê ye ku di serî de hebûna komên çekdar, gelek astengî li pêşiya pêkanîna hilbijartinên Lîbyayê hene.  Biryare ku hilbijartinên Lîbyayê di 24’ê meha kanûnê de pêk bên.