spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ligel hevdîtinên agirbestê li Xezayê şer didome

Şer û pevçûnên Israîl û Filistînê ku di 10 gulanê de dest pê kir di roja xwe ya 11’an de jî bi dijwarî didome. Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî, hêzên Filistînê jî êrîşên xwe yên bi fuzeyan zêdetir dikin. Bi van êrîşan ji her du aliyan jî agahiyên zêdebûna kuştî û birîndaran tên.

Otoriteyên Tenduristî yên li Xezayê ragihandin ku di êrîşên hewayî yên Israîlê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 227’an û hezar û 530 kes jî birîndar bûne. Artêşa Israîlê jî ragihand ku li Xezayê 150 mîlîtanên filistînî hatine kuştin

Rayedarên tenduristiyê yên Israîlê jî diyar kirin ku di encama roketên ku ji Xezayê hatine avêtinê de 2 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêvebirêkî payebilind yê Hamasê Moussa Abu Marzouk ragihandibû ku di demeke nêz de pêkan e agirbest pêk were. Di medyaya Îsraîlê de jî hatibû destnişankirin ku di van rojan de dibe ku dengê çekan bê sekinandin. Lê piştî van agahiyan jî di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn berdewam kirin.

Her wiha artêşa Israîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de bi dehan hedefên ku li ser pergala tunelê ya bi navê Metroyê ya Hamasê hatiye xistin. Her wiha li Han Yunusê mala fermandarekî Hamasê, fabrîqeyek çekan ya Hamasê û rampayên avêtina roketan hedef girtine û lê dane.

Serokê Filîstînê Mahmûd Abbas ragihand ku Israîlê sûcê şer kiriye û got: “Filistînî dê kesên ku sûcên şer kirine di dadgehên navneteweyî de bidin darizandin.”

Serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu jî ragihand ku ji bo operasyon bi dawî bibin demek diyar nekirine, ew tenê li ser armancên xwe lêhur dibin.

Ji bo agirbestê hewldanên dîplomatîk

Ji bo ku di navbera Îsraîl û Filîtîsnê de agirbest pêk were hewldanên dîplomatîk ên navneteweyî jî pêş dikevin. Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heiko Maas îro çû Îsraîlê. Hat ragihandin ku dê Heiko Maas pişti serdana xwe ya Israîlê dê biçe Filistînê jî hevdîtinan pêk bîne. Heiko Maas berî seyahata xwe li Berlînê daxuyanî da û diyarkir ku ji bo aşitiyê pêdiviya Israîl û Filistînê dîsa bi perspektifekê heye û got: “Em hêvî dikin ku di derbarê vê mijarê de Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa DYA û Rûsya rola xwe bilîzin.”

Serokê DYA’yê Joe Biden û Binyamin Netanyahu jî bi riya telefonê hevdîtinek pêk anîn. Joe Biden di hevdîtinê de bang kir ku di riya agirbestê de pevçûnên heyî kêm bikin. Ji roja ku şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de dest pê kiriye ev cara 4’emîn e ku her du serok hevdîtin pêk tînin.

Piştî hevdîtina bi Joe Biden re Binyamin Netanyahu têkildarî operasyonan de biryardariyên xwe anî ziman û ev tiş got: “Heta em ji bo  hemwelatiyên Îsraîlê aramî û ewlehiyê ji nû ve ava nekin em bi biryar in ku berdewam bikin.”