spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lihevkirina li Idlibê têk çû

Diyar dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê têk çûye. Têkçûyîn dê bandoreke çawa li ser siyaseta Rûsya û Tirkiyeyê bike ne diyar e. Bi taybetî jî dê Tirkiye di hêla siyaseta hindûrin ve bikeve nava aloziyan 

Geşadanên siyasî û leşkerî yên li Idlibê didomin. Têkiliyên di navbera Rûsya û rejîma Sûriyeyê de rewşa Tirkiyeyê kir aloziyê. Diyar e ku peymanên di navbera her du dewletan de têk çûne. Ji aloziyê aşkera ye ku navbera Rûsya û Tirkiyeyê niha ne baş e û di demên pêş de dê encamên cuda derkevin holê. Gelo encamên ku derkevin holê dê bandorek çawa li rewşa civakî, siyasî û aborî ya Tirkiyeyê bike?

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê ya Tebqayê Selam Hisên, li ser rewşa Idlibê, helwesta Tirkiyeyê, guhertina hevsengiyên li ser erdê, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê nirxandin. Hisên destnîşan kir ku şerê li Idlibê şerekî dualî yê li dijî dagirkerî û terorê ye û wiha got: “Bi nêrîna min şerê li Idlibê dê dawî li hebûna Tirkiyê ya li ser axa Sûriyeyê bîne. Êdî Tirkiye bi tenê maye. Ji ber wendahiyên Tirkiyeyê yên dubare û stratejiya têkçûyî ya ku Tirkiye dimeşîne, li qada navneteweyî têk çûye.”

Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser çeteyan û diyar kir ku Tirkiyeyê muxalifên Sûriyeyê veguherandine komên çete û ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hisên mijar wiha nirxand: “Şerê îro yê li bajarê Idlibê diqewime, mîna bidawîbûna lihvekirinên Astana, Soçî û lihevkirinên din e. Têkçûna Tirkiyeyê ya li Idlibê dê têkçûna hemû peymanên Tirkiyê yên der barê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de be.”

Dê li dijî hikûmetê derkevin

Hisên behsa têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê kir û da zanîn ku Tirkiye piştî lê hay bû ku lihevkirinên bi rûsan re têk çûne, ji bo ji Sûriyeyê destvala dernekeve ket nav hewldanan û wiha got: “Muxalefeta hundir a Tirkiyeyê dê li dijî hikûmeta Erdogan derkeve, ji ber ku leşkerên tirk xist şerekî bi vî rengî. Her wiha ew ê malbatên leşkerên ku di şerê li Sûriyeyê de hatine kuştin sedema kuştina zarokên xwe bipirsin. Ev yek dê bandorê li siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî bike.”

Piştgirî nayê dayîn

Hisên rol û mîsyona Amerîka û NATO’yê jî şîrove kir û wiha axivî: “Tirkiye li benda Amerîka û NATO’yê ye. Dixwaze teqez bike gelo NATO û Amerîka amade ne Tirkiyeyê biparêzin. Amerîkayê daxuyanî dabû û gotibû ‘leşkerên tirk ên ku li Sûriyeyê tên kuştin “şehîd” in.’ Lê Erdogan got ku ev daxuyanî kêm e û daxuyaniyên manewî yên NATO’yê ji bo piştgiriya bi Tirkiyeyê re têr nakin. Erdogan dixwaze ku NATO çekên xwe bişîne Idlibê ku li hemberî Rûsya û artêşa Sûriyeyê bisekine. Heke Amerîka û NATO piştgiriyeke aktîf nedin Tirkiyeyê dê Tirkiye neçar bimîne ku ji tevahiya Sûriyeyê vekişe. Diyar e ku Tirkiye bi tenê maye û tu kes piştgiriyê nadê.” TEBQA