Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Lihevkirina yekem pêk hat

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê William Robak derbarê hevdîtinên avakirina yekitiyê de hefteya borî daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekitiyê bi dawî bûye û ew gihaştine nêrîneke siyasî ya hevpar û hat diyarkirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Duhokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Di 16’ê hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Duhokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.

Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekitiya kurdî li Sûriyeyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariyeke pratîk di berjewendiyên gelê kurd li Sûriyeyê û hemû pêkhateyên Sûriyeyê de pêşwazî kirin.

Her du şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyeyê û bi taybetî şehîd û birîndarên rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariya DAIŞ’ê. Ev lihevkirin wek gava yekemîn a girîng e ku em bi sponseriya cîgirê şandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Robak û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) general Mazlûm Ebdî gihîştinê.

Her du şande, ji bo înîsiyatîfa wî ya yekkirina rêza kurdî li Sûriyeyê general Mazlûm Ebdî bi rêzdarî spas dikin û ji bo destek û keda wan a di yekkirina rêza kurdî de rêzdar serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin.”

QAMIŞLO