25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lijneya leşkerî ya Lîbyayê li Cenevreyê civiya

Li Cenevreyê civîna lijneya leşkerî ya Lîbyayê (5+5) dest pê kir. Ev civîn di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêk tê. Armanca wê guftûgoyê der barê derxistina komên çeteyên li Lîbyayê ye.  Di vê çarçoveyê de beriya wê bi rojekê hikûmeta tirk 300 endamên komên çekdar ên girêdayî xwe ji Lîbyayê derxistin û birin Sûriyeyê.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ew gava ku ji aliyê Enqereyê ve hatiye avêtin ne ji bo derxistina çeteyan e. Lê ew di rastiya xwe de, tenê guhertin û veguhertina çekdaran e.  Li gorî heman çavkaniyê niha li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola artêşa tirk de ne, navê hin çekdarên nû tên nivisandin, da ku wan bibin Lîbyayê. Li gorî wê raporê heta niha ji bo bibin Lîbyayê û li baregehên artêşa tirk ên Lîbyayê bêne bicihkirin, nêzî 150 navên nû tomar kirine. Ji Efrînê derdora 90 çekdarên girêdayî dewleta tirk derbasî Tirkiyeyê bûne da ku wan bibin Lîbyayê.

Li gorî raporeke din a heman çavkaniyê Tirkiye ji derdora 2 hezar çekdarên girêdayî xwe xwestiye ku xwe amade bikin da ku ji Lîbyayê derkevin. Lê hejmara çeteyên girêdayî wê derdora 7 hezar çekdar e.

Wekî tê zanîn ji ber ku mûçeyên wan ji 1000 dolarî daxistibûn 300 dolarî, şer di nava çeteyan de derketibû.

Hêjayî gotinê ye ku sala borî ji bo Lîbyayê ku piraniya wan çekdaran tunisî bûn, der dora 10 hezar çete ji Sûriyeyê hatibûn veguhestin. Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî çekdarên ku bi navê ‘Wanger’ tên naskirin li Lîbyayê bi cih kirine û hîna li wir dimînin.

Lewre jî kar û barên gelekî dijwar li hêviya gel û rêveberên Lîbyayê ye heta ku welatê xwe ji ewqas komên çete û destwerdanên derve rizgar bikin.