Sunday, September 19, 2021

Lînç amûra dewletê ya serdestiyê ye

M. Ali Ertaş

Di rojên dawî de li Afyon, Konya û Enqereyê 3 êrîşên cuda pêk hatin. Di êrîşên nijadperest ên 3 salên dawî de 4 ciwan qetilkirin û zêdeyî 10 kurd birîndar kirin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li dijî kurdan 14 êrîşên nijadperestî pêk hatin. Di êrîşan de 3 jê zarokên sûriyeyî bi giştî 7 kes hatin kuştin. 32 kes birîndar bûn. Ji sala 2010’an ve 280 êrîşên nijadperestî pêk hatin. Di van êrîşan de 15 kes hatin qetilkirin. 1097 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 21’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê 60 kesî êrîşî malbata kurd kir. Hakim Dal ê 43 salî qetil kirin. Di 21’ê tîrmehê de li navçeya Altindag a Enqereyê êrîşî malbatek kurd kirin. 2 kes bi giranî 4 kes birîndar kirin. Di 19’ê tîrmehê de li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê êrîşî karkerên kurd kirin. 7 karkerên kurd birîndar kirin. Di 17’ê tîrmeha 2021’an de li Îzmirê êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Denîz Poyraz qetil kirin. Di 12’e gulana 2021’ê de li navçeya Meranê ya Konyayê êrîşî kurdan kirin. Di 4 îlona 2020’an de li Sakaryayê êrîşî 16 karkeran kirin. Di 12’ê gulana 2021’an de li navçeya Meranê ya Konyayê êrîş kirin.

Êrîşek bi organîze ye

Têkildarî êrîşên nijadperest ên li dijî kurdan û nasnameyên din pek tên, Civaknas û nivîskar Azad Bariş ji Rojnameya Xwebûnê re nirxandin kir. Azad Bariş, diyar kir ku beriya sedema van êrîşan fehm bikin û bidin fehmkirin, divê ew karekterê rejîma Tirkiyeyê fehm bikin ka li ser bingeheke çawa hatiye avakirin û wiha got: “Divê em berê xwe bidin serê sedsalê ka wextê dewleta tirk hatiye avakirin, rol û mîsyoneke çawa li gel/milet/civakê hatiye barkirin. Dîskorsa yekparebûna dewlet-miletê encameke çawa derxistiye meydanê û tirkîfîkasyoneke çawa afirandiye. Di vir de pêvajoyeke cotalî heye. Li aliyekî alavên dewletê yên ku rê li ber vê pergalê vedikin, li aliyê din jî karekterê civakê bi xwe di vê pêvajoyê de roleke sereke û karîger dilîze. Lewre mirov tiştên ku diqewimin wek ‘êrîş’ pênase neke dê baştir be. Tiştên diqewimin ji ‘êrîşan’ wêdetir, xwe dispêrin rastiyeke organîze, riza û teşwîqa dewletê an rayedarên dewletê. Lewre jî mirov li şûna ‘êrîş’ê têgeha ‘lînç’ê bi kar bîne, ew ê meseleyê baştir ronî û rave bike.”

2 sedemên êrîşan hene

Azad bariş bal kişand ser sedemên lînça li dijî kurdan û wiha aşkere kir: “Helbet du faktorê lincê hene. Faktora yekemîn xwe dispêre rastiya rasîzma/nijadperestiya strukturel/binyadî. Di serê sedsalê de netewe-dewleta tirk li ser formulasyoneke yekparêz hate avakirin. Ew jî tenê tirkbûn û sunîtî bû. Ji bilî wê hebûna tu gel û pêkhateyan nehat qebûlkirin. Pêşî ên din hatin vederkirin, krîmînalîzekirin û mixabin tunekirin. Paşê jî bi awayekî organîze rastî polîtîkayên tunekirin, asîmîlasyonê hatin. Lê di vê pêvajoyê de kurdan li ber xwe dan.
Faktora duyemîn jî xwe dispêre rewşa aktûel/rojane ku ew jî li ser geşedanên polîtîk teşe digire û li gorî atmosfera serdeman diguhere. Di serê sedsalê de ermenî, di salên 1950’yan de rûm, di salên 1970-80’yan de komûnîst û elewî, di salên 1990-2000’an de jî kurd û penaber rastî van êrîşên organîze, pogrom û lînçan hatin û îro jî tên. “

Lînç ne şexsî û malbatî ye

Azad Bariş anî ziman ku bi awayekî giştî û bi kurtî paşxaneya lînçan a li Tirkiyeyê xwe dispêre çarçoveya nijadperestî û wiha lê zêde kir: “Em baş fehm dikin ku kurd îro çawa û çima tên lînçkirin û kuştin. Nemaze îro tifaqa AKP-MHP’ê ji vê potansiyela ‘hêza gel’ sûd werdigire. Lê ev meseleyeke bingehîn e ku CHP jî di nav de ye. Çimkî em ta ji tecrûbeya Naziyan li Almanyayê dizanin ku lînç, parçeyekî îdareyê, amûreke kontrol û serdestiyê ye.”
Azad li ser slogana ‘kurd û tirk xwişk û bira ne’ jî rawestiya û ev tişt got: “Wek dîskors xwişk û biratî ne tiştekî xerab e. Lê têkiliyên neteweyan, li ser esasên xwişk û biratiyê nikare bê avakirin. Dema mirov li arkeolojiya vê dîskorsê (xwişk û biratî) dinihêre, mirov dibîne ku ev dîskors di berdewamiya serdestiyê de roleke sereke dilîze û ji bo kamûflekirina serdestiyê tê bikaranîn. Motîvasyona lîncan ne tiştên şexsî an malbatî ne. Hem hiqûq hem burokrasî û çapemenî hem jî karekterê perwerdehiya neteweyî ya li ser esasên tirkbûnê ava bûyî, rê li ber vê pergala rasîst-etnîsîst vedike, wê rewa, heq û asayî dike. Êrîşên sîstematîk ên ku li dijî kurdan, penaberan û pêkhayetên ne-tirk tên kirin xwe dispêre rastiya cudabûna wan pêkhateyan. Ji bo wê jî wextê ku kurd bi kurdî biaxivin, HDP’yî bin, mûzîka kurdî guhdar bikin, wê demê rastî êrîşên sîstematîk û lînçan tên. Ev yek nîşaneya herî mezin a karekterê civakî û rasîst e. Mînak wextê mirov li detay û naveroka lînçan li Tirkiyeyê dinihêre mirov dibîne ku lînç jî wek parçeyekî rejîmê û wek amûreke birêvebirinê ye. Ji bo wê jî li Tirkiyeyê gotinên wek ‘her tirk wek leşker ji dayik dibe’ vê nêrîn û pratîkê dermale û bi hêz dike. Kesên ku bi vê motîvasyonê di vê tedrîsatê re derbas dibin xwe wek parçeyê miletekî ‘şervan’ dibînin û dijminatiyê li hemû pêkhateyan dikin. Ji bo wê jî îro li bajarê kurdan ‘malbat’ an ‘şexs’ekî tirk ji ber aîdîyetên xwe yên neteweyî, ji ber axaftina tirkî nayê lînçkirin, vederkirin an kuştin. Balkêş e ku kurd, elewî, ermenî, penaber, LGBT+yî anku kesên ne tirk û kêmar, bindest tên lînçkirin.”

Bertekên muxalîfan têr nakin

Bariş li ser rol û rista rêxistinên civakî jî rawestiya û wiha got: “Hem raya giştî hem civaka sivîl hem perwerdehiya neteweyî hem jî sazî û dezgehên Tirkiyeyê di meseleya lînç û êrîşên sîstematîk de mixabin parçeyekî hişmendiya damezirîner a serdestiya dewletê ne. Bertekên wan hem têr nakin, hem jî aliyê organîze û sîstematîk ên êrîşan vedişêrin an manîpûle dikin. Helwesta wan rastiyê berovajî dike. Ev yek jî hevahengiya dewlet û rêxistinên civaka sivîl û partiyên ‘muxalif’ bi awayekî zelal nîşan dide. Bi vî awayî wan êrîşên dike tiştekî asayî, ji rêzê û parçeyekî jiyana komaleyetiyê. “

Bariş li ser hêza kurdan jî rawestiya û wiha berdêwam kir: “Helbet piştî bihêzbûna têkoşîna kurdan li Tirkiyeyê hin aliyên demokratîk hin saziyên sivîl ên mafên mirovan û hin tevgerên civakî û partî li dijî van êrîşan têkoşîneke hevpar bi kurdan re dimeşînin lê têkoşîna wan hê jî nikare rê li ber lînçan bigire. Bi taybetî jî di van salên dawî de, hema hema li her bajarekî tirkan, kurd rastî êrîşan tên. Mekanîzmaya ‘peymana bêdengiyê’ lînç wekî tiştekî rewa û rojane tê qebûlkirin.

Mafya çete û hêzên qirêj aşkere li Tirkiye cih digirin

Li Tirkiyeyê mafya, çete û hêzên kûr û qirêj jî êdî bi awayekî aşkera cih digirin. Di encamê de jî rengvedana wê ya li ser civakê gelek bi xetere ye û rê li ber van êrîşên sîstematîk vedike. Partiyên muxalif jî bûne parçeyê vê pêlê. Li dijî vê helbet divê hemû îmkanên hevpar ên li dijî van polîtîkayan bên avakirin.”

Bariş li ser helwesta darazê jî sekinî û wiha got: “Di meseleya lînçê û êrîşên organîze de helwesta darazê jî girêdayî helwest û polîtîkaya hikûmetê ye. Dema em li êrîşên organîze yên ku di encamê de hin kes hatine kuştin dinihêrin em dibînin ku faîlên van êrîşan her tim ji aliyê darazê ve hatine parastin. Piştî pêvajoya aştiyê hat bidawîkirin û di 6 salên dawî de, faîlên êrîşî kurdan kirin û di encamê de kurd kuştin nehatin cezakirin. Tiştê ku li bajarê kurdan bi destê leşker û polîsan tê kirin, li bajarê tirkan jî bi destê civakê û komikan ve tê kirin. Kurd ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî êrîşan tên loma jî divê helwesta xwe ya li hemberî wê jî li ser wî esasî ava bikin. Helwesta partiyên kurdan mixabin helwesteke qels e, lewre nikare rê li ber êrîşan bigire.

Divê partiyên kurdan tenê ne di meseleya lînç û êrîşên sîstematîk de lê di hemû meseleyên xwe yên neteweyî de bi awayekî yekpare tevbigerin.