25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lobiyeke çawa pêwîst e?

Husên Omer

Ragihandin, xwepêşandan, hewar û gazî êdî tu bandora wan li ser biryarên serok û rêveberên cîhanî tune ye. Ragihandin dikare bandorê li şopdarên xwe bike.

Gerek were zanîn ku piraniya serok û rêveber, parlamenter û dîplomatên cîhanê haya wan ji ragihandina televizyonan û rupelên rojnameyan tune ye û ne jî di netê de li tiştekî digerin.

Serê sibehê kaxizek tê ser maseya wan, an jî peyamek tê emailên wan û tê de behsa kurtahiya nûçeyên ku ji wan re girîng in tê kirin. Tiştên ku li Sûriye, Kurdistan û Iraqê dibin ne di nav nûçeyên ji bo wan girîng de negiringî bûyeran li ba wan girêdayî berjewendiyên wan yên ramyarî, aborî û civakî ne.

Bizanibe eger tu milyonek rapor der barê binpêkirinan de bi rêya ragihandinê belav bikî, kesek ji bilî piştgir û alîgirên te wan nabîne û ew agahiyên te bala kesekî din nakişînin.

Lewre divê aliyê ku bixwaze dengê xwe bigihîne wan rayedar û rêveberên cîhanî divê ku peymana xwe bi nivîsgehên têkiliyên giştî re çêbike da ku raporên wan bigihin aliyên cîhanî yên peywendîdar. Ne wiha be raporên Tirkiye, Qeter û tundîparêzên îtîlafê ji wan re dişînin, ew dê li ber çavên wan bin û dê wan raporan wekî bingeh û esas bigirin û biryarên xwe li gorî wan agahiyan bidin, wekî çawa ku niha dibe.

Rojava û Rêveberiya Xweser di vê çerxê de bi astengî û pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Ji her aliyî ve şerê wê tê kirin ku ev ezmûn û tecrûbeya heyî bi ser nekeve.

Wek ku tê şopandin rêveberiya Rojava di hêla avakirina têkiliyên mayinde de yên bi rayedarên cihanî re ne çalak e. Ger mirov vegere dan û standinên wan bi berpirsiyarên welatên wekî Fransa û Swêdê re, heya niha Fransa piştgiriya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dike, alîkariya saziyên ku binpêkirinên li dijî mirovahiyê li Efrîn û Serekaniyê pêk tînin dike. Her wiha Swêd û Amerîka jî bi wan re alîkar in. Sedem ew e ku ew saziyên bi navê mafê mirovan kar dikin û ji hêla Tirkiye û Qeterê ve tên birêvebirin û Yekitiya Ewropayê û Amerîka wan fînanse dike. Her wezîfedarekî di wezareta karên derve de der barê pirsgirêkên Rojhilata Navîn de raporên xwe yên heftane, mehane dişînin. Lewma bi derew û dijminatiyê hêzên kurd ên herêmî li ber çavên raya giştî reş dikin. Mixabin beriya çend rojan, dostek min bi rayedarek Amerîkî re têkilî danîbû û jê re behsa binpêkirinên tirkan li herêmên dagirkirî kiribû, bersiva rayedar jê re wiha bû: “Ma tu rastî dibêjî, tirk ewqasî li dijî mafên gelê herêmê binpêkirinan dikin, em terzê ku tu dibêjî nû dibihîzin.”

Ev tê wateya ku hevdîtineke heyetekê bi serok an jî dîplomatên welatekî re nayê wê wateyê ku ew welat dê piştgirî û alîkariyê bide we, her wiha piştgirî û hevkariya welatan bi rêya çend dostên di nav rêveberiyekê de jî naçe serî. Bêyî ku her tişt bê raporkirin û were şandin, ji her rayedarekî ku bi pirsgirêkên herêmê re mijûl dibe wê bê encam bimîne.
Heke aliyek bixwaze ku sûdê ji wan têkiliyan bigire, divê têkiliyên xwe, bi lobiyên wan welatan ên ku dê ji vê têkiliyê sûdê bigirin, deyne. Dema ku di vê têkiliyê de feydeya wan lobiyan hebe dê zextê li hikûmetên xwe bikin da ku tiştên hevalbendên wan dixwazin pêk were. Bêguman ew dê ji bo berjewendiyên xwe vê yekê bikin.

Heke ne wiha be ev têkilî dê heta cihekî piştgiriyeke hestiyarî bi we re bike lê nagihe wê astê ku biryaran li gorî armanc û berjewendiya we pêk bînin.

Bi gotineke din ji bo ku armanca te pêk were divê berjewendiya wê lobiyê li ber çavan were girtin. Ew dê tu carî alîkarî û piştgiriya te nekin û zextê li hikûmeta xwe nekin dema ku ew armanca te ne li gorî berjewendiyên wan be û ew jî sûdekê jê negirin.

Aliyekî din ê girîng di van têkliyan de ew e ku berjewendiyên neteweyî di ser yên partîtî re werin girtin. Lê bi qasî wan astengî û zehmetiyên derve yên hundirîn jî hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî divê li her bajarekî heyeteke ji çend kesan pêk were ku gel bikaribe gilî û gazinên xwe bigihîne ber destê wan û mehê carekê ew heyet tev li hev bicivin û pirsgirêkên gel tevan ji rêveberiyê re pêşkêş bikin, da ku rêveberî bikaribe baş wan pirsgirêkan tesbît bike û rêyên çareseriyê ji wan re peyda bike.