20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lorîk

Li ser dergûşa xwişka min dilorand dayika min

Bi dengê xwe yê zelal dilê xwe, jan, keder û kulên xwe

Û bêriyên xwe diherikandin nav dilê min

Ya dihejand dergûşa xwişka min

Û ya dihejiya ez û dilê min bûn

Xwişka min bi dengê wê bi xew ve diçû

Û ez şiyar dibûm ji xewa xwe ya nezanînê

Rondikên wê yên li ser hinarkên sor dihatin xwar

Dibûn bistek ji agir û kezeba min dax didan

Çavên wê yên mîna birkekî av di ser de dirijîn

Di bin mêjangên dirêj de

Bi awirên dûr ez hînî janên xeribiyê dikirim

Min welat, evîn û hezkirin

Sînor, xerîbî û bêrikirin

Bindestî, têkoşîn û şerkirin

Û hemû çirokên jiyanê ji awirên wê dixwend

Wê rondikên xwe bi dawa kirasê xwe dimalişt

Ez bi lewendiyên kirasê wê dihatim girêdan

Bi demboriyeke bi jan ve

Li wir dimam bêyî haya wext û diya min ji min hebe

Min çend sedsal dijîn di dengê diya xwe de

Û bi wî dengî, bi ciwanî

Hînî heyîna zor û zehmetiyê bûm

Hînî heyîna bêdadiyê bûm

Hînî mirina bi saxî penaberiyê bûm

Hînî birînên kambax ên bêçariyê bûm

Di xetên rûyê dayika xwe de

Min diya xwe dikir dergûşa dilê xwe û dihejand

Bi şîrê hemû hêviyan dimijand

Hemû robarên rondikan jê re dikir ken û dirijand

Lê dîsa jî bi xew ve nediçûn xem û bêriyên wê

Keser, kovan û xerîbiyên wê

Jê re nedibûm dayik û bab

Xwişk û bira

Cih û welat

Babê xwe yê hatî kuştin hezkiriyê wê

Êdî hîn bûm bêmafî wekî êşa zirav e

Hîn bûm windabûn e bêwelatî

Xwekuştineke her roj e bênasnameyî

Û hîn bûm tecawiz e neçarî jiyanek ne bi dil hatina kirin

Diya min a nazdar û narîn

Xwedî bejna zirav û kenê şîrîn

Mîna ku destên zilmê bi keziyên xwe yên dirêj girê dabe

Serbilind û ji xwe bawer

Xweragir, şad û bextewar bû li pêş çavan

Diyar e wê jî baş dizanî ev serdem li rû temaşe dike

Ne li dil û cergan, cewher û hinavan

Paşê ez jî hînbûm mirov ne bi çav, bi dil dibînin

Yên nedildar, nikarin dilan bixwînin

Hînbûm mirinhez ji kenê ditirsin

Û diya min bi kenê xwe mirinê dikuje

Bi şad diyarbûna xwe jîna me ya peritî pîne dike

Bi serbilindbûna xwe me hînî rûmetê dike

Û dilsoziyê dike kirasê evînê li bejna me

Paşê hînî hêza baweriyê bûm

Hînî kuştina zilmê bûm di hêza diya xwe de

Li pişt wan deriyên ji pola çûm tewafa dilê wê

Û hîmbûm ya dide dayik-xweda ye

Û gerdûn neynika bejna wê ye tenê

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê