25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lûtkeya welatên cîranên Iraqê dest pê dike

Li paytexta Iraq Bexdayê lûtkeya welatên cîranê Iraqê dest pê dike. Lûtke bi beşdariya welatên wekî Îran, Urdun, Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuweyt, Qeter, Misir, Tirkiye û Fransayê li dar dikeve. Armanca li daxistina vê lûtkeyê ew e ku têkliyên Iraqê bi welatên derdorê re werin sererastkirin û piştî demeke dirêj dîsa Iraqê bikaribe li herêmê bibe xwedî gotin û rol.

Endamê Lijneya Têkiliyên Derve yê Iraqê Muxtar Mûsewî der barê lûtkeyê de daxuyanî da û wiha got: “Girîngiya vê lûtkeyê ji wê yekê tê ku welatên cîran dixwazin têkliyên xwe yên dîplomatîk bi Iraqê re ji nû ve çalak bikin û rûpelê nakokiyan bigirin”

Mûsewî di berdewamiya axaftina xwe de der barê nakokî û tevliheviyên bi welatên cîran re jî wiha got: “Gelek problemên Iraqê bi welatên cîran re hene. Wekî mînak gelek dosyayên nakok ên bi Tirkiyeyê re hene û divê lihevkirinek der barê hin mijarên bi nakok de çêbibe. Wekî meseleya Şengalê û bênavber topebarana artêşa tirk a li ser sînorê Iraqê, divê ev mijar bi riya diyalog û lihevkirinê çareser bibin.”

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Iraqê lûtke bi giştî dê ji bo çalakirina dîplomasiya Iraqê û têkiliyên wê yên bi welatên derdorê re gavek baş be.