Friday, October 22, 2021

MA 4 salî ye

Ajansa Mezopotamya (MA) 4 sal li pey xwe hişt

Ajansa Mezopotamyayê (MA) wekî berdewama kevneşopiya çapemeniya azad di 20’ê îlona 2017’an de ava bû. MA di dema Rewşa Awarte (OHAL) de dest bi xebatê kir. Bi minasebeta 4’emîn salvegera MA’yê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, ji MA’yê re nivîs nivîsandin.

Tiştên ku kes nabêje dibêje

Gergerlîoglu di nivîsa xwe de wiha got: “Ajansa Mezopotamya, îro tiştên ku kes nabêje dibêje û ji ber vê gelek kedkarên wê di girtîgehê de ne û qadeke ku cihê wê dê qet neyê dagirtin digire. Îro em 4 saliya Ajansa Mezopotamyayê ku dizanim bi gelek zehmetiyan li ser piya ne pîroz dikin, ji aliyekê ve jî di 29’emîn salvegera qetilkirina wî ya 20’ê îlona 1992’an de rojnamegerê kurd û nivîskar Mûsa Anter bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînim. Hemû kedkarên çapemeniyê ku mîna Mûsa Anter bedel dane bi rêzdarî silav dikim.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî wiha nivîsî: “Ajansa Mezopotamyayê, bi avabûna xwe kelecan da me tevan. Qadeke nûçeyan ku bi armanca dengê hemû “Ên din” ragihîne ava kir. Bû ajanseke ku ferqa xwe, bi esasnegirtina qodên bîrdoziya fermî û feraseta nûçeyên aliyê bindestane derxist holê. Pirsgirêkên bingehîn ên erdnîgariyê, meseleya kurd û Kurdistanê, qirkirina 1915’an, 1938, darbeyên leşkerî, têkoşîna rizgariya jinê, têkoşîna LGBTÎ+, pirsgirêken kedkar û karkeran, berxwedanên zanîngehan…

Ajansa Mezopotamyayê di van hemû qad û mijaran de “nûçeya rast” armanc kir. Ji ber vê gelek zext lê hatin kirin û hê jî lê tên kirin. Bêyî serî îteet bike, dev jê berde têkoşîneke birûmet a çapemeniyê dide.”