25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ma Batman gelek maye

Sabrî Vûral

Weke di ser nivîsê de jî diyar e, ev bûyer li derdora Êlihê qewimiye.

Gava mirov xizan be, çerxa felekê li gor xizaniya wê dizîvire. Kesekî xizan ji gundekî Êlihê ji bo pêdiviyên mala xwe dikeve rê dibêje heta ez xwe bigihînim ser rêya papolê wesayîtek were ez ê destê xwe lê rakim û ez ê herim navenda bajêr.

Dibe ku di bîra gelek xwîneran de be jî, di salên 1980 -1985’an de dolmîșên wê demê ser wan bi baxaj bûn, asûkên rêwiyan hemû li ser baxajê bi cih dikirin. Ajokar șemedan an jî çadir bi ser de werdikir û girêdida, rêwî jî ajokar jî ji ber alavên xwe dilrehet bûn. Tu tișt badilhewa nayên gotin weke vê gotina pêșiyan, “DIRANÊ FEQÎRAN DI GEBÛLÊ DE DIȘIKÊ”

Rêwiyê xizan û reben ji nav gundê xwe dertê, rêya papolê û gund bi nêvî dibe, rê çiqasî nêvî bûbe jî wê demê makîne pir kêmbûn bi saetan mirov li benda çûn û hatinê disekinîn.

Ji bextê wî rebenî re, demsala payîzê ye, seqemeke cemidî ba û bahoz lê radibe, giregira ewran û șîrqeșîrqa birûskan dest pê dike. Baraneke bi șerpîn dest bi barînê dike.

Tu yê sond bixwî ku baran hikmê xwe nîşanî erdê dide, mirovê xizan li wê rasta reqîrût li bin baranê șilopilo û ji lephilanîn ve dikeve. Êdî baweriya wî dișikê û dibêje êdî taliya emrê min e. Li gor vê gotina pêșiyan “Xwedê delîlê midheyra ye”

Mirovê xizan lê dinêhere ji dûr ve dengê giregira makîneyekê tê. Ew baweriya wî ya șikestî hêdî hêdî cih dide hêviyeke mezin. Rêwiyê xizan ji ber șilbûna ji baranê dibe rikerika diranê wî û lêvên wî diricifin. Makîneya ji dûr ve dengê wê dihat, êdî gihîștibû rêwiyê xizan. Ajokar jî ji kesekî xizmê wî çûye ber dilovaniya Xwedê û ji goristanê vedigerin. Lêbelê hundirê dolmîșê tije mirov in. Tu derfetên wî tune ne ku rêwiyê xizan siwar bike. Ajokar li rewșa mirovê xizan dinihêre nebaș xuya dike. Ajokar ji rêwî re dibêje tu derfeta ez te siwar bikim tune ye. Lêbelê ez dikarim bêjim here ser dolmîșê, xwe bi baxajê ve bigire qet nebe ji sekinandina te wê çêtir be. Ji xwe nîv saetê din em ê xwe bigihînin navenda bajêr. Mirovê xizan diçe ser dolmîșê ji ber ba û bahozê her ku diçe lașê wî dest bi tevizandin û pûçbûnê dike.

Mirovê xizan lê dinihêre li ser dolmișê tabûtek heye, qapaxê tabûtê bilind dike û dikeve hundurê tabûtê. Êdî hikmê ba û bahozê lê nayê û xwe di hundurê tabûtê de ker dike. Ew bi qasî 10-15 deqîqeyan bi rê de diçe lêbelê baranê venekiriye.

Hew lê dinihêre dolmîș sekinî. Guhdarî dike, rêwiyekî din jî mîna wî tê ser baxaja dolmîșê ku hayûbaya wî ji rêwiyê xizan tune ye.

Gava dolmîș dikeve ber palekê hêza wê kêm dibe. Mirovê xizan qapaxa tabûtê bilind dike û ji rêwiyê din re dibêje, “Batman gelek ma? Rêwiyê din dike gazî û xwe ji dolmîșê davêje jêr. Ajokar dike û nake rêwiyê tirsiyayî nikare bisekinîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê