spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ma Muzîkê ji stranan pirek çêkir

Ma Muzîkê pirtûka ‘Me ji stranan pirek çêkir’ a ku bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî 25 stran têde hene, amade kir

Akademiya Ma Muzîkê ya ku bi felsefeya ‘Li her derê muzîk, ji bo herkesê muzîk’ û pêwîstiya muzîkê ya perwerdehiya ziman derketiye rê, bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî, soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî pirtûkeke 25 stran têde hene, amade kir. Di pirtûka ku 10 kesan amade kiriye de 6 stran ên gelerî ne û 19 stran jî nû hatine amadekirin.

Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê pirtûk û konsera ku dê di 13’yê kanûnê de lidar bixin axivî.

Kanîwar diyar kir ku xwestine bi pirtûkê pirekê çêbikin û wiha got: “Niha li vî welatî tenê kurd najîn. Kurd jî hem kurmanc, zaza, soran hene. Em saziyeke perwerdehiya muzîka kurdî ne di eslê xwe de, lê em li welatekî ku pir çand û pir gel lê ne dijîn. Em dixwazin bi rêya stranan çanda li ser vê axê bi zarokan bidin fêr kirin. Di vê pirtûkê de pênc stranên ermenkî, pênc stranên tirkî hene. Me dixwest pênc stranên erebî jî hebin. Lê mixabin me xwe negihand naveroka stranan ên gelerî. Di pirtûkê de pênc stranên her sê zaravayên kurdî, pênc yên tirkî, pênc yên ermenîkî jî gelerî ne. Li ser vê axê pir netew dijîn. Em dixwazin li gorî neteweya demokratîk çanda hemû netewan bidin naskirin. Em tenê netewekê bidin naskirin, em ê tenê bimînin. Mirov bi rêya wêne, fîlm û xêzan dikare çandan bide naskirin.”

Ji sedî 95 berhema Ma Muzîkê ne

Di axaftina xwe de Kanîwar anî ziman ku weke saziya muzikê dixwazin bi rêya muzikê di navbera çand û gelan de bibin pirek û wiha domand: “Ji sedî 95’ê muzîkan bi hassasiyeteke mezin ji aliyê Ma Muzîkê ve hatine nivîsandin. Aranjeyên wan jî ji sedî 95 li Ma Muzîkê hatine amadekirin. Zarok û stranbêjên Ma Muzîkê ketine studyoyê û qeyd kirine. Piştî ku ev xebat biqede dê weke albumekê li ser medyaya dijîtal, medyaya civakî, qanala me ya youtubê û Zarok TV’yê bên weşandin. 25 stran bi metodên cuda dê fêrî zarokan bên kirin.”

‘Pirtûk çavkaniya fêrkirinê ye’

Her wiha Kanîwar da zanîn ku pirtûka wan li ber çapê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 13’yê kanûnê de em ê bi konserekê danasîna vê pirtûkê bikin. Em ê di konserê de danasîna stranên di nava pirtûkê û armanca wan bikin. Beriya 2020’an wê bi awayekî dijital hemû stran li cîhanê belav bin. Di amadekirina pirtûkê de ji bo aranjeyê 3, ji bo metodê 6, ji bo qeydkirina studyoyê 3 û yek jî di mîx û masterê de bi giştî 10 kesan di vê xebatê de cih girt. Ev xebat ji bo sala pêş dê bibe bingeha projeya xebateke din. Em ê bi projeyeke mezintir xebatên xwe berdewam bikin. Em armanc dikin ji destpêka avakirina Konservatûara Aram Tigran û heta niha hemû berhemên ku me berhev kirine qeyd bikin. Wekî çavkaniya fêrkirinê dê li ber destê me bin. Ev pirtûk di heman demê de pirtûka fêrkirina 25 stranan e.” AMED