20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Macron civîneke taybet ji bo Pergala casûsiyê ya Israîlê lidar xist

Îro serokê Frasayê Emmanuel Macron ji bo guftûgoyên der barê pergala casûsiyê ya Israîlê de civînek awarte bi berpirsên xwe yên ewlekariyê re li dar xist. Piştî ku hin raporê der barê pergala casûsiyê ya Pegasusê ku navê serokê Fransayê jî di nava kesên ku li wan tê guhdarîkirin derbas bû, îro ev civîna ewlekariyê hate lidarxistin. Berdevkê hikûmeta Fransayê Gabriel Attal diyar kir ku dê civîneke taybet a Konseya Parastinê der barê pergala casûsiyê ya Pegasûsê de were lidarxistin.

Beriya demekê rêxistina Forbidden Stories ya ku navenda wê li Parîsê ye û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî lîsteyeke ku ji 50 hezar navî pêk tê, ketiye destê wan.  Di nava wê lîsteyê de serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, keça Hakimê Dubey Şêxa Letîfa û hevjîna wî Hena Bint Huseyin jî di nava wê lîsteyê de hene.

Li gorî agahiyên dawî der barê pergala casûsiyê ya Israîlê Pegasos ku bikarhênerên şirketa NSO ji xwe re kiriye hedef lîsteyek navên 50 hezar kesî di hedefa wan de hebûye. Lê ev nayê wê wateyê ku li van tevan guhdarî kirine. Lê dîsa jî ew di nava hedefa wan de ne.    Di vê lîsteyê de gelek rojnamevan, hiqûqnas, parêzer û bikirên şirketa israîlî yên hikûmeta Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî, Mexrib û Behreyn jî di nav de ne. Di nava vê lîsteya navan de serokdewlet û rayedarên payebilind jî hene.