19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mahmûd Osman: Yeknegirtina kurdan pirsgirêk e

Tirkiye bi alîkariya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê didomîne. Ji ber alîkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û sekna PDK’ê ya li hember yekitiya neteweyî hê jî êrîş bi awayekî hovane didomin. Helbet li kêlaka van êrîşan jî dewleta tirk li gel welatên cîran li ser esasê qirkirin û tunekirina gelê kurd, her tim di nav danûstandinekê de ye.

Li aliyekî tê gotin MÎT’a tirk li gel îstixbarata Suriyeyê di nava danûstandinan de ye, li aliyê din jî rejima Îranê di van demên dawî de êrişên xwe yên li ser partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li nava xaka başûrê Kurdistanê zêde kiriye û diyar kiriye wê êrişên wan berdewam bikin.

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman der barê metirsiya tevger û civînên her çar welatên li derdora Kurdistanê axivî û diyar kir ku plan li dijî kurdan tên avakirin û dewleta tirk ji hemûyan xirabtir cihê xwe di nava planê de digire. Osman daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî van planan yekgirtina xwe çêkin.

Planên welatên dagirker

Dr. Mehmûd Osman têkildarî planên welatên dagirker ên li ser axa Kurdistanê da zanîn ku ev dewlet tev li ser tunekirina kurdan hemfikir in û wiha got: “Metirsiyek mezin li ser pirsgirêka kurd heye. Dewleta Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê bi hevre civînan dikin. MÎT’a tirk çûye Suriyeyê û piştre jî li Iraqê bi hev re civîn kirine. Hemû li ser tunekirina kurdan li hevûdu dikin. Tirkiye ev pênc şeş mehin êriş dike, kurdan dikuje, zeviyan di şewitîne. Îran jî dibêje hêzên kurdî yên Rojhilat nabe li Başûr hebin û hebûna wan qedexe ye.”

Metirsiya li ser gelê kurd heye

Mehmûd Osman da zanîn ku hikûmeta Bexdayê li gel Îran û Tirkiyeyê wek hev difikirin, Amerîka û hikûmeta Herêmê jî li beramberî êrişên Tirkiye û Îranê bêdeng in. Osman got: “Civaka navdewletî jî ne diyar e wê li beramberî van êrişan çi helwestek bi çi rengî nîşan bide. ji bo vê yekê tê texmînkirin ku metirsî li ser gelê kurd heye.”

Siyaseteke nîjadperest

Osman siyaseta Tirkiyeyê wek siyaseteke nîjadperest û li dijî kurdan pênasekir û ev tişt anî ziman: “Mesele ne tenê PKK ye, ew li dijî hebûna kurdan e. Tirkiye îro li Rojava, Başûr û hemû cihanê li dijî kurda ye. Di çavê Erdogan û partiya wî de kurd hemû xirab in. Em dibînin parlementer û serok şaredarên HDP’ê ku partiyek fermiye û bi hilbijartinê hatine, têne girtin. “

‘Li dijî herêma Kurdistanê ye jî’

Siyasetmedar Mahmûd Osman di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye li her çar parçeyan dijminahiya kurdan dike û wiha domand: “Li dijî herêma Kurdistanê ye jî. Îro zêde behsa Herêma Kurdistanê nake, ji ber ku niha bazirganiyê li gel dike û nefta wê dibe. Erdogan gelek caran gotiye ew naxwazin mîna li Iraqê, li Suriyeyê jî statuyek kurdan hebe. Bi vê yekê dijbertiya xwe ya li beramberî herêma Kurdistanê jî nîşan daye.”

Cîhan bêdeng e

Mahmûd Osman der barê planên dewleta tirk ên li dijî kurdan jî wiha got: “Tirkiye û çeteyên wê xwe amade dikin êrişê ser Rojava bikin û razîbûna Rusyayê bistînin. Amerîka û cihan bêdeng in. Ji bona wê jî xuya dike ku planek mezin li dijî gelê kurd heye û Tirkiye ji hemûyan xirabtir cihê xwe di nava vê pilanê de digire.”

‘Divê kurd bibin yek’

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha got: “Îro hebûna gelê kurd divê ji bo tu welatî ne pirsgirêk be. Kurd tenê daxwaza mafê xwe dikin. Kurd ne terorîstin, berovajî vê yekê, ew terorê li ser kurdan dikin. Lê mixabin kurd ne yekgirtî ne. Yeknegirtina kurdan pirsgirk e. Daxwaz ji hemû alî û hêzên kurdî dikim li dijî van planan yekgirtina xwe çêkin.”