spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Malbat 17 roj in nobeda edaletê digirin

Malbatên girtiyan, bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane serbest bêne berdan, 17 roj in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin. Îro dîsa malbat bi heman armancê li baroyê kom bûn û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman. Her roj saziyek serlêdana malbatên girtiya dike. Îro jî saziya TUAY-DER û Şaxa Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê serdana malbatan kir. Hevserokê TUAY- DER’ê Emîn Guzel xwest her roj serdana malbatên girtiyan bê kirin û wiha got: “Ne tenê ji bo girtiyan, ji bo her kesî edalet lazim e. Du sal in li tu derê haveynê edalê nemaye. Nexweşiya Covid -19’ê ji xwe re kirine hincet. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Serokê Genel-İşê Hasan Hayrî Eroglu jî anî ziman ku edalet li gorî kesan û fikrê kesan nayê guhertin û wiha axivî: “Edalet ji bo her kesî ye. Desthilatdarên îro bila zanibin ku çi hatibe serê desthilatdarên berê dê bê serê wan jî.”

Di nobeda edaletê de ji malbatên girtiyan Herdem Merwanî diyar kir ku ji 9 îlonê ve rewşa girtiyên nexweş di rojeva malbata wan de ye û wiha got: “Bavên min Abdulhalîm Kirtay 73 saliye û 30 sal in girtî ye. Niha li girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmirê girtî ye. Cezayê wî hindik maye. Lê em ditirsin ku cezayê bavên min dirêj bikin û cenazeyê wî derkeve. Ez dixwazim bavê min li malê bê dermankirin. Gelek nexweşiyên bavê min hene. Nexweşî li nexweşiyê zêde bû. Niha nexweşiyên tansiyon şekir û roviyan pêre heye.Bavê mih herî dawî got ‘Ji mirina min re amade bin. Ez pir nexweş im’ Piştî re zîndan qet rojeva min derneket. Ez hatim tev li nobedê bûm.

 ‘Di 30 salan de gelek caran sirgûn bû’ 

Merwanî bal kişand sirgûnkirina bavê xwe û wiha lê zêde kir: “Di 30 salan de bavê min gelek caran hat sirgunkirin. Em jî nizanin çend caran sirgun bûye. Sirgûnî girtîgehên Elîh, Wan, Sert, Yozget, Dilok, Amedê û gelek girtîgehên din hatiye kirin. Hin caran di salekê de 2-3 caran hatiye sirgûnkirin. Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê geriya ye.”

‘Pandemî kirin sedema îşkenceyê’ 

Merwanî destnîşan kir ku ji ber gelek caran sirgûn bû nexweşî lê zêde bûn û wiha û iha got: “Di 5 salên dawî de tenduristiya bavê min pir xerab e. Ji girtîgeha Kirikkaleyê birin nexweşxana Alîagaye û piştre nexweşiya wî girantir bû. Ji bo saetek nexweşxaneyê 17 rojan di qarantîneyê de dehelin. Hem nikare pewistiyê xwe bi cih bîne, hem jî wan dixin qarantînayê.

Kêr gihîşt hestî

Merwanî  herî dawî bertekên xwe yê li dijî rayedaran anî ziman û got: “Edî kêr gihîştiye hestî. Em û dayik dixwazin ku nexweş bi lezgînî bêne dermankirin û serbest bêne berdan. Bila hiqûqnas bijişk û saziyên mirovan deng bidin çalakiya malbatan.”