Duşem, Mijdar 29, 2021

Malbat ji bo girtiyan di nobeda Edaletê de ne

Malbatên girtiyan, bi armanca ku balê bikişînin ser şertên girtiyên nexweş û girtî bêne berdan, di roja 3’emîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê berdewam kirin. Hevjîna girtiyê nexweş Sidik Guler ê ku li Girtîgeha Îskenderûnê dimîne Hasîne Guler, dayika girtiyê nexweş Ahmet Kolakan ê ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Bandirmayê dimîne Fevziye Kolakan, bavê girtiyê nexweş Civan Boltan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne Hakki Boltan, xwişka girtiyê nexweş Abdûlselam Guler ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne Încî Guler û xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Amedê dimîne Reşahat Ada di nobeta îro de cih girtin.

Rêveberên MED TÛHADFED û TÛHAYDER’ê piştgirî dan nobeta ku bi saetan berdewam kir. Di nobetê de bavê girtî Civan Boltan Hakki Boltan û xwişka girtî Guler Încî Guler axivîn û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û zehmetiyên ku dikişînin. Piştre Hevserokê MED TÛHAD-FED Ahmet Dogan axivî û destnîşan kir ku li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminahiyê di meriyetê de ye û got ku li dijî vê rewşê piştgiriya malbatan dikin û peywira bikeve ser milê wan dê pêk bînin.