spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar 115 roj in nobeta edaletê digirin

Ji malbata Şenyaşar Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 115 roj in nobeta “edaletê” digirin. Dayik û lawê xwe wek her roj hatin ber edliyê û dest bi nobetê kirin. Emîne Şenyaşar dowîza “Dayikek 115 roj in li ber Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta edaletê digire. Du law û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku parlamenter di nava komkujiyê de ye 3 sal in doz nayê vekirin” li ser hatibû nivîsandin danîn erdê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin belav kir. Li ser wêne jî ev nivîs hat nivîsandin: “Bavê wan çû hewarê lê hat qetilkirin. Li Nexweşxaneya Dewletê komkujiyê bike, pişt re jî li pişt alê poz bide! Al nirxa hevpar e. Ne ji bo komkujî were niximandin! Her kes di ferqa her tiştî de, EDALET teqez e. Wê rojek were peydekirin.”

Malbatê di tiwîtê de hesabên Wezareta Tenduristiyê, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir.