Friday, Çile 28, 2022

Malbata Şenyaşar 304 roj in têdikoşe

Parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê qetil kiribûn. Malbata Şenyaşar li dijî vê êrişê bi armanca kujer bên darizandin û ceza li wan bê birîn li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda malbata Şenyaşar di roja 304’an de berdewam dike.

Malbat, ji bo hevdîtina bi Fadil Şenyaşar ê 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin çû Xarpêtê û li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev parvekirin kir: “Me ev zilm qebûl nekir. Wê civak kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin û paşguh dikin efû neke! Maf! Hiqûq! Edalet! Têkoşîna me di roja 304’an de berdewam dike.”