19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar 50 roj in ‘Edalet’ê dixwaze

Emîne Şenyaşar û Kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edaletê’ ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 50’yemîn de didomîne.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro dîsa li ber edliyaya Rihayê çalakiya xwe ya bi daxwaza pêkhatina ‘Edaletê’ li dar xist. Li ser hesabê malbata Şenyaşar ê twîtterê wiha hat gotin: “Hê jî behsa heq û hiqûqê dikin! 3 mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin! Lê hê kesek jî nehatiye girtin. Heke qeydên kamerayê nebûna wê bigotina bijîşkan ev mirov kuştine. Li holê rastiyeke biêş heye. Niha ji bo me edalet hiqûq tune ye, tune ye!”

Li ser hesabên malbatê yên medyaya civakî bi navê #JiboMalbataŞenyaşarEdalet heşteg vekirin.

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî. Malbata Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 50 roj in li ber edliyeya Rihayê û di dema qedexeyên derketina derve de li malê nobeta ‘Edalet’ê didomîne.   