19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar bang li wezîrê dadê kirin

Xizmên wekilê AKP’ê Îbrahim Halil Yildiz beriya hilbijartina 24’ê hezîranê di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar kiribûbûn. Di êrîşa bi çekan de bav Hacî Esvet û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar li cihe kar û nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê li pêş çavê polîs, walî û qeymeqam kuştibûn.

Herî dawî 37 sal ceza li Fadil Şenyaşar hat birîn û li hemberî cezakirina malbatê bertek hatin nişandan. Ji malbatê dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 27 roj in li ber avahiya Edliyeyê ya Rihayê çalakiya ‘edaletê’ li dar dixin.

Malbatê îro jî bi daxwaza edaletê çalakî lidarxistin û bi rêya medyaya civakî bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin ku dengê wan bibihîze û têkildarî mijarê tiştekî bibêje. Emîne û Ferît Şenyaşar gelek caran hatin binçavkirin lê dîsa jî dev ji çalakiya xwe bernadin.

RIHA