25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar bi hêncatan ji ber edliyeyê hatin dûrxistin

Çalakiya malbata Şenyaşar a ‘edeletê’ li ber Edliyeya Rihayê di roja 78’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşarê ku hatin ber edliyeyê bi hênceta pandemiyê ji aliye polîsan ve ji hewşa avahiya edliyeyê hatin derxist.

Piştî ku malbat ji hewşa avahiyê hat derxistin, li ber bariyerên danîne pêşiya avahiyê nobeta xwe berdewam dikin.

Emîne Şenyaşar ku çalakiya xwe bi israr didomîne got ku ew ji bo lawê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî bi daxwaza edaletê çalakiya xwe berdewam bike û wiha got: “Ez dixwazim lawê min were berdan. Çima qeydên li nexweşxaneyê dernaxin? Ev nêzî sê mehan e em li vir in. Ev dewletek û edaletek çawa ye? Ez ê ji bo lawê xwe Fadil têbikoşim. Em li heqê xwe digerin lê berî me didin. Em tên binçavkirin. Lê kujer serbest digerin. Ez edaletê dixwazim.”

Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku ew bi piştevaniyê li ser pêyan dimînin û ew ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.

Kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşarê di girtîgehê de pirsên MA’yê bersivand û diyar kir ku qeydên nexweşxane yê hê jî veşartî ne û ev tişt got: “ Ev bûyer li ber çavê polîsan çêbû. Ji ber ku wekîlê AKP di nava bûyerê de cih digire, pêşveçûn di dozê de çênabe.”

Herwiha Fadil Şenyaşar bal kişand ser çalakiya dayika xwe û wiha axivî: “Ez bi çalakiya dayika xwe serbilind im, têkoşîna dayika min, min li ser piyan dihêle.  Emê bi piştgiriya mirovên xwedî wijdan bi serkevin. Ji bo ku dayika min hê bêhtir negirî, divê herkes erka xwe bi cih bîne.”