25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Bila wezîrê edaletê bê edaletê bibîne

Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin 238 rojin berdewam dikin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro dîsa hatin “Qada Nobeta Edaletê ya Şenyaşar” û bi pankarta xwe dest bi çalakiyê kirin.  Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de diyar kir ku Nobeda Edaletê di bin “zilmê” de bênavber dewam dike û wiha got, “Li nexweşxaneya dewletê komkujî hat kirin. Faîl diyar in, lê li derve ne. Dayika min a li edaletê digere, nêzî 8 meh in li ser peyarêyê rûniştiye. Dayika min tenê edaletê dixwaze. Çima dozger vê daxwazê piştguh dikin?” Di 12’ê mijdarê de em ê bi parêzerên xwe û yên daxwaza edaletê dikin re li dadgehê bin. Di 12 ‘ê mijdarê de em ê qanûnan hînî dozger û dadgeran bikin. Wezîrê Edaletê bajar bajar digere û li ser ‘edaletê’ daxuyaniyan dide. Bila were li ber edliyeyê jî qala edaletê bike. Dema ku hat, wê bibîne bê dozger çawa biryarê li ser talîmatan didin.”

Ferîd Şenyaşar bang li hemû mirovên xwedî wijdan kir û wiha bi dawî kir: “Daxwazên me zelal in. Divê birayê min (Fadil Şenyaşar) bê berdan û kesên destê wan di komkujiyê de hene bên cezakirin. Heta ku ev her du daxwaz pêk neyên em ê ji vir neçin. Ev doz doza herkesî ye, em ji her kesî piştgiriyê hêvî dikin.”