19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar çalakiya edaletê didomîne

Di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz a berî hilbijartina 24’ê hezîranê de, Heci Esvet Şenyaşar û du kurên wê Adîl û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin. Di heman demê de ji malbata Şenyaşar Fadil, Mehmet û Ferît birîndar bibûn. Fadil Şenyaşar hîna tedawiya wî dihat kirin, hatibû binçavkirin û girtin.

Dayik Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê hatibûn kuştun, ji bo kurê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobeta ‘Edaletê’ kir. Çalakiya dayika Emîne îro di roja 6’an de li ber edliyê dewam kir. Dayika Emîne ya bi kurê xwe Farît Şenyaşar re hatin ber Edliya Rihayê û bi wêneyên ferdên malbata xwe yên hatibûn qetilkirin re, li ber avahiyê rûniştin.

Malbata Şenyaşar a serê vê sibê hat ber avahiya edliyê bi astengiya polîsan re rûbirû ma. Malbata ku 6 roj in di çalakiya rûniştinê deye, îro ji wan re hat gotin ku “Ev der avahiya çemaweriyê ye, hûn nikarin li vê derê rûnin.” Malbata ku hat astengkirin, çalakiya xwe di baxçeyê edliyê de dewam kir.  Dayika Emîne ya ku polîsan xwest çalakiya wê asteng bikin, bi lorandina zêmaran êş û daxwazên anîn ziman. Şenyaşar a zêmarên wê li avahiya edliyê deng dan, her du destên xwe bi hewa de rakirin û bi dûayan wiha daxwaza edaletê kir: “Xwedawo ma tu rewşa min nabînî? Ma tu vê zilmê nabînî?”

Çapemenî asteng kirin

Di heman demê de, polîsan nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê yên xwestin çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar bişopînin jî asteng kirin û gotin: “Hûn nikarin li avahiya çemawerî kêşanê bikin. Vê derê terk bikin.” Malbata Şenyaşar tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” dewam dike.

RIHA