25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe li malê didomîne

Dayik Emîne Şenyaşar ku di sala 2018’an de di encama  êrîşên parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” di roja 75’emîn de didomînin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Malbatê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal wêneyên ambulansa ku birîndar  têde bûn û rastî êrîşên parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû û wêneyên qeydên tape yên di navbera Enver Yildiz û Halîl Yildiz de parve kir û ev peyam da: “Di şeran de jî êrîşî ambûlansan nayê kirin (Wêneyê ambulansa birîndar tê de bûn) Belgeya fermî ya qeyda dengê birayê parlamenter (Îtîrafa mudaxilekirina darazê ye). Kuştina 4 mirovan ne pirsgirêke, piştî bûyerê Parlamenter Yildiz zêdetir bi hêz bû! EM EDALETÊ DIXWAZIN. Em ê li dijî zilmê bêdeng nemînin.”   RIHA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê