23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar di Konferansa Demokrasiyê de axivî

Konferansa Demokrasiyê ya bi armanca daxwaz û têkoşîneke hevpar hat lidarxistin,li Navenda Pêşandan û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş dest berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 108’emîn a ‘Nobeda Edaletê’de li Stenbolê tev li Konferansa Demokrasiyê bûn. Emîne Şenyaşar di Konferansê de axivî û da zanîn ku hevjînê wê û zarokên wê bi hovane hatine qetilkirin û wiha got: “Kujer li derve digerin lê kurê min ev çar sal in di girtîgehê de ye. Li nexweşxaneyê kurên min û hevjînê min kuştin. Qeydên qamerayan jî ji aliyê rayedaran ve hatin jêbirin.”

Dayik Emîne Şenyaşar da zanîn ku beriya komkujiyê jiyaneke wan a baş hebû û wiha got: “Em têdikoşin lê belê em her dem tên binçavkirin û zilma li ser me didome. Ka me çi kiribû? Pir hov in. Erdogan Halil Yildiz kir parlamenter. Qey nizane ew selefxur, diz û komkujî kiriye? Malbata min tune kirin. Êdî teqeta min nemaye. Ez li malê nikarim bisekinim. Serê sibehê diçim ber edliyeyê êvarî vedigerim malê. Ez tenê edaletê dixwazim. Bila kurê min berdin. Tenê ez edaletê dixwazim. Em di vê têkoşînê de tenê dimînin. Em dixwazin herkes piştigiriyê bide têkoşîna me.”

Piştî Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar jî axivî û da zanîn ku di ser komkujiyê de sê sal derbas bûye lê belê kesên komkujî kirin di nava civakê de serbest digerin û wiha got: “Em ‘Nobeda Edaletê’ didomînin. Em çar caran hatin binçavkirin. Çar caran me xwe li nexweşxaneyê dît. Ji bo ku em edaletê dixwazin me dikin bin çavan. Em vê yekê qebûl nakin. Em piştgirî û piştevaniyê dixwazin. Heta edalet pêk newe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”