19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar dîsa rastî zilmê û tundiyê hat

Duh beriya ku Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan biçe ber edliyeyê dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatibûn binçavkirin û heta ku Pervîn Buldan ji bajêr çûyî jî nehatibûn berdan.

‘Polîsek hewl da ku li me bide’

Dayik Emîne Şenyaşar diyar kir ku ew bi rengekî kêfî hatine binçavkirin û wiha axivî: ”Dizanîbûn ku wê Buldan were. Tenê ji bo ku me nebîne wisa kirin. Beriya niha jî wiha kiribûn. Tim bi vî rengî me asteng dikin. Piştî ku hevserok çû em berdan. Polîsek bi me re hatibû. Tim zilm li me dikir. Hewl da ku li me bide. Li nexweşxaneyê rewşa min ne baş bû, kurê min giriya. Wî polîsî zilm li me kir. Çima vê li me dikin.”

Şenyaşar pirsa ‘Kê malbata min kuşt?’ kir û ev tişt got: ”Hê jî bi pey me ketine. Gav bi gav li pey me ne. We çiyê me dîtiye? Dewlet tune, hikûmet tune, dadmendî tune, tenê zilm heye. Ji malbata min 3 kes kuştin, kurê min kirin zindanê. Zilm hê jî didome.”

‘Werin em bi hev re vê zilmê rawestînin’

Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku dema wekîl an jî heveserokên partiyê têne Rihayê bi fikra ku wê serdana wan bikin wan binçav dikin û ev tişt anî ziman: “di nava rojê de me li sê nexweşxane û du qereqolan gerandin. Ev zilm e. Hûn daxwaza me ya dadmendiyê bi cih nayînin qet nebe zilmê nekin. Dayika min 65 salî ye, ji sibehê heta êvarê em li vir rûdinên. Em dadmendiyê dixwazin. 3 ji me kuştin. Derheqê kesên ku li nexweşxanê komkujî kirin tiştek nehatiye kirin. Werin em bi hev re vê zilmê rawestînin.”