20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Dozger kujeran diparêzin

Nobeta ‘Edalet’ê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 38’emîn de didome. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza darazeke adilane û bicihanîna edaletê 38 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta ‘Edalet’ê digirin.

Malbata Şenyaşar îro jî serê sibê bi kaxiz û dovîzên li ser ‘Edalet’ nivîsandî, hat ber edliyeya Rihayê û dobeta xwe ya Edaletê domand. Li ser hesabê medyaya civakî yê malbatê ev tişt hat nivîsîn: “Em li ber Qesra EDALET’ê ya Rihayê 38 roj in ji bo EDALET’ê têdikoşin. Serdozger û dozger hê jî kujeran diparêzin. Rojek were dê dozger jî li dadgehan hesab bidin…”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal di êrîşê de hatibûn kuştin. Hevjîna Hecî Esvet Şenyaşar, Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar 38 roj in bi daxwaza “Edalet”ê li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edalet”ê digirin.

RIHA