25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze

Li navçeya Pirsûsê, di dema xebatên hilbijartinê yên 24’ê hezîrana 2018’an de parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz bi pasevan û xizmên xwe re êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Di wan êrîşan de ku li dikan û ber nexweşxaneyê pêk hatibûn, hevjînê Emîne Şenyaşar Hacî Esvet Şenyaşar û her du kurên wê Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin. Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar ê hatibû girtin û hê jî di girtîgehê de ye. 

Danişîna 6’emîn a dozê ku der barê bûyerê de hatibû vekirin, dê di 12’ê adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê pêk bê.

‘Ez edaletê dixwazim’

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar sê roj in bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê pêk tînin.

Emîne Şenyaşar der barê çalakiyê de, destnîşan kir ku ew bi halê xwe yê nexweş bi kurê xwe re tên li ber derê edliyeyê rûdinên û wiha got: “Em dixwazin dozger bibînin û derdê xwe jê re bibêjin lê ew naxwaze. Wan malbata min kuşt, kurê min xist zindanê. Ez ji vir ranabim. Wan zarên min li nexweşxaneyê kuştin lê çima wan qeydan dernaxin. Ew kesên ku vê qetlîamê kirin, çima nehatin girtin? Ez edaletê dixwazim.”

Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne re li ber edliyeyê rûniştî, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, Şenyaşar diyar kir ku heta kesên bav û birayên wî kuştine neyên girtin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Her wiha Şenyaşar bal kişand ser wê yekê ku ev çend roj in ew li ber edliyeyê rûnîştî ne, lê tu rayedaran bi wan re têkilî danenîne û wiha got: “Heta em encamekê wernegirin, em ê ji vê derê neçin.”

Malbata Şenyaşar di kanûna 2020’î jî çalakiyeke bi heman rengî pêk anîbû û ji ber wê çalakiyê hatibû binçavkirin.