20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Em “daraza bêalî” dixwazin

Malbata Şenyaşar, dayik Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber şewba koronayê, di roja 47’an de çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê li mala xwe domand.

Hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, beriya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin. 2’yê nîsanê vê salê, dadgeha cezayê giran a Meletiyê 37 û 9 meh ceza li kurê dayik Emîn Şenyaşar, Fadil Şenyaşar ê girtî birî.

Dayik Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 47 roj in çalakiya nobeta ‘Edalet’ê li dar dixin. Di pêvajoya çalakiyê de tevî ku malbat gelek caran ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û zext li wan hatin kirin jî dev ji nobetê bernadin. Ji ber qedexeya derketina derve ya dawiya hefteyê ji ber şewba koronayê pêk tê, malbat nobeta xwe ya ‘Edalet’ê li mala xwe didomîne.

Îro li ser hesabê twîtterê yê malbatê dîmenekî têkildarî komkujiyê hat belavkirin ku di dîmen de xuya dibe, kesek bi çeka lûledirêj li kolanekê li ba polîsan heye û bi liv û tevger e. Der barê dîmen de li hesabê twîtterê yê malbatê ev agahî hat parvekirin: “Ev jî kêliyek e, ji kameraya cîranê me. Yên bi çeka lûledirêj ji bo êrîşê tê xizmê parlamenter e. Polîs dikeve navberê û çek ji destê wî digire. Ew kes dîsa hewl dide çeka xwe ji polîs bistîne. Di dozê de ku bi encam bû, navê wî jî derbas nebû. Ji ber vê yekê em “daraza bêalî” dixwazin.”    