19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar îro dê bi Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinê bike

Parlamanterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi xizm û parêzerên xwe ve êrîşê malbata Şenyaşar kiribû û hevjîna Emîne Şenyaşar û du kurên wê kuştibû. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê birîndar xelas bûbû ev 103 roj in li pêş Dadgeha Rihayê çalakiya ‘nobeta edaletê’ pêk tînin. Malbata Şenyaşar 5 rojên di nav hefteyê de li pêşberî Dadgeha Rihayê di nobeta çalakiyê de ne û her du rojên dawiya hefteyê jî diçin bajar û navendên dîtir û serdana partiyên siyasî û rêxistinin civaka sivîl dike. Malbatê vê çalakiya xwe ya serdanan duh li Dîlokê da destpê kirin û ev du roj in li Dîlokê serdanên xwe pêk tînin. Malbatê duh ji bo piştgiriya hiqûqî serdana Baroya Dîlokê, Partiya Saadetê, Partiya Gelecekê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê(Egitim Sen) kir. Her wiha tê hêvîkirin ku malbat di çarçoveya Komxebata Şaredaran a CHP’ê de dê bi serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinekê bike.

Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê Îbrahîm Yildiz ku biraziyê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e û dema gule berdaye parve kir û wiha got: “TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ di roja xwe ya 103’an de li Dîlokê dewam dike. Li Rihayê hiqûqeke ku ji T.C’yê cudatir e tê tetbîqkirin. Li pêş kamerayên ewlehiyê 3 heb mirov tên kuştin. 3 sal in tu doz venabe. Girtiyek jî tune ye. ECÊBA GİRAN, LÊ rastî ye.”