25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar li ber dadgeha Rihayê dovîz vekir

Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştini, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, 106 roj in di nobeta edaletê de ne.

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe bi destê sibehê re li pêşiya bariyerên dora dadgeha Rihayê dovîza ‘Dayikek 106 roj in li pêşiya Dadgeha Rihayê di nobeta edaletê de ye. 2 kurê wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hate kuştin. Ji ber ku parlementer di qetlîamê de cih girtiye, 3 sal in doz nayê vekirin’ dest bi çalakiya xwe kirin.

Di dema çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Em li vir çalakiya rûniştinê nakin, ev têkoşîna bidestxistina heq e. Em 106 roj in li ber dadgehê ne, ligel ku der barê doza me de her tişt li hole ye, tu pêşketin tune.”

Malbata Şenyaşar diyar kir piştgiriya ji bo çalakiyê roj bi roj zêde dibe û ev tişt got: “Herî dawî me daxwaz kir ku bi dozgeran re rûnên lê vê daxwaza me hatibû redkirin. Em ê îro daxwaznameyekê bidin wan û bila der barê sedema redkirinê de me agahdar bikin. Em ê bersiva wan jî belav bikin.”

Ez bimirim jî bila ez li vir bimirim.

Emîne Şenyaşar qala tendirustiya xwe kir û ev tişt anî ziman: “Êdî çavê min nabîne. Li Dîlokê miayene bûm, divê ez emeliyat bibim. Heta kurê min Fadil ê girtî neyê berdan, ez ê tedawî nebim û ez ji vir naçim. Ez bimirim jî bila ez li vir bimirim.”

Emîne Şenyaşar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Avahiya dadgehê ji hemû kesan re serbest e lê ji me re hatiye qedexekirin. Bila qeydên nexweşxaneyê were aşkerakirin. Bila kesên qetlîam kirine werin girtin. Çima nayên girtin?”