25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Piştgiriya raya giştî hêvî û hêzê dide me

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018’an ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, 104 roj in ji bo edaletê nobedê digire.

Malbat, ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.

Bi navê malbata Şenyaşar li ser Twitterê peyamek hate parvekirin û hate gotin, “Di vê têkoşîna edaletê de ku me bi hêvî dest pê kir, piştgiriya raya giştî hêviya me mezin dike.”

Malbatê der barê biryardarî û berdewamiya ligerîna xwe ya edaletê de ev peyam weşand: “Heta ku berpirsyarên rasteqîn bêne darizandin têkoşîna me wê dewam bike. Hiqûqa serweran wê rojekê teqez bi dawî bibe.”