19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Roja hemû dayikên me pîroz be

Çalakiya “nobeta edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 62’yemîn de dewam kir. Malbat ji ber qedexeya derketina kolanan, çalakiya xwe ji 30’ê Nîsanê ve, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.  

Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî, dîmenên Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê yên duh bi boneya Roja Dayikan Emîne Şenyaşar ziyaret kiribûn parve kir. Malbatê di parvekirina xwe de, wiha got: “Îro roja dayikan e… lê du zarokên wê di nexweşxaneyê de hatin qetilkirin. Zarokekê wê yê din jî di encama zexta siyasî ya li ser darêzê de, hat girtin, 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Niha di hucreyek yek kesî tê girtin. Roja ku edalet pêk bê, dê wê roja Roja Dayikan pîroz bike. Roja hemû dayikên me pîroz be.”

RIHA