19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev ra edaletê vejînin

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, şeveqê hêj dergehên edliyeyê girtîbûn, hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe ya edaletê kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û wiha got: “Heta edalet li ber sekeratê be mesaîya edaletê çênabe. Nobeta me ya edaletê 33 roj in bê navber didome. Werin em bi hev ra edaletê vejînin.”

Tê payîn ku di nava rojê de hin kes ji bo piştgiriyê serdana dayik Emîne Şenyaşar bikin.

Di 14’ê hezîrana 2018’an de, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşar û kesek ji malbata Yildiz jiyan xwe ji dest dabûn. Roja 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz 18 sal ceza birî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê