19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar xwest dosyaya nexweşxanê bê vekirin

Çalakiya Malbata Şenyaşar a  nobeta ‘Edaletê’ a li ber deriyê Edliya Rihayê di roja 90’emîn de ye. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina kolanan a pandemiyê, çalakiya xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê li dar xist.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha got: “LI QESRA EDALETÊ YA RIHAYÊ, dozger kesên li nexweşxanê komkujî pêk anîn, diparêze. Wê bi vê bêhiqûqiya xwe navê xwe li dîrokê binivîsin. Bila dosyeya dozê bê vekirin û  EDALET pêk were.”
Ferit Şenyaşar diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiya dayika xwe dê tenê 3 rojan li ber edliyeyê nobetê bidomînin. Şenyaşar da zanîn ku ew ê hefteyê rojekê jî ji bo piştgiriya hiqûqî biçin bajarên derdorê ziyaret bikin û rojên mayîn jî, dê li mala xwe nobeta xwe bidomînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê