19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Can bi girseyî defin kirin

Malbata Endama YJA STAR’ê Dilvîn Can a di 16’ê Îlona 2016’an de li navçeya Hawêl a Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê li Goristana Asrî ya Êlihê bi girseyî defin kir. Rayedaran di 1’ê Hezîrana 2021’ê de telefonî malbatê kir û ji malbatê xwestin ji bo DNA’yê xwînê bidin. Piştî vê malbat di 2’yê Hezîranê de çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê û xwîn da.

Piştî encama testa DNA ya Can diyar bû, malbatê xwest cenazeyê Canê ya li beşa gorên bêkesan a Goristana Zevyeyê hatibû veşartin wergire. Malbatê kemçe xwest, lê polîsan kepçe nedan malbatê.

Piştî niqaşan malbatê cenaze wergirt û birin Êlihê. Ji xeynî ferdên malbatê bi sedan kes cenaze anîn goristanê. Li gel astengiyên polîsan bi sedan kes beşdarî merasima cenaze bûn. Jinan darbesta cenazeyê Canê heta gorê dan ser mile xwe û bi wecîbeyan defin kirin.

Piştî definkirinê girseya li pêş goristanê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Girseya li goristanê û girseya li pêş goristanê gihiştin hev û heta mala malbatê meşiyan. Girseyê li ber malê jî wêneyên Canê hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berzkirin.