24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên êzidî vegeriyan Şengalê

Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha hezîranê de 913 malbatên Êzidî li warê xwe vegeriyane. Komîsyonê da zanîn ku vegera li Şengalê rojane berdewam dike.

Komên çete yên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê komkujiyeke mezin kirin û bajar dagir kirin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin û bi dehhezaran êzdî jî koçberî cih û warên cuda bûn. Bi rizgarkirina Şengalê û bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re Şengal veguherî yek ji cihên herî bi ewle yên Iraqê. Bi vê yekê re jî vegera ber bi Şengalê re roj bi roj zêdetir dibe.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê ji bo pêşwazîkirina koçberan 15’ê gulana 2020’an de komîsyonek ava kir. Komîsyonê têkildarî karê xwe yê meha hezîranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komîsyon ji saziyên rêveberiyê û ewlekariyê yên Şengalê pêk tê û bi karê pêşwazîkirina koçberan, afirandina şert û mercên vegerê tevgeriya ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşek ji malên şêniyên herêmê hatine rûxandin û li hin herêmên Şengalê binesaziya av û ceyranê ji ber şer hatine rûxandin û wan jî hewl dane xizmetguzariyê li wan herêman bikin.

Her wiha ji ber nebûna derfetên koçberên vedigerin, wan bi balhilgirên şaredariyê alîkariya veguhestina malê şêniyan kirine, malên wan paqij kirine û ew li malan bi cih kirine. Li gorî daxuyaniya komîsyonê, di nav mehekê de 913 şengaliyên li kampên başûrê Kurdistanê vegeriyane gund û navçeyên Şengalê û vegera wan rojane dewam dike. Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê di dawiyê de bang li şengaliyên li kampan kir ku vegerin ser xaka xwe û xwedî li Şengalê derkevin. ŞENGAL