spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan 20 roj in li ber xwe didin

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, bi armanca ku girtî bên berdan li Baroya Amedê 20 in li ber xwe didin. Malbatên ku Nobeda Edaletê digirin, dixwazin girtî serbest bêne berdan. Xizmên girtiyên nexweş Feyziye Kolakan, ÎncÎ Guler Altindag, Hasîna Guler, Reşayet Ada û Hakki Boltan tevlî nobeta îro bûn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û gelek endam û rêveberên HDP’a Amedê bi armanca piştgiriyê serdana çalakiyê kirin.

Ji malbatên girtiyên nexweş Hasîne Guler diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş ne baş e û wiha got: “Kurê min dibêje daxwaznameyên ku didin bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ev rewşeke li dijî edaletê ye. Her roj bi ser qawişên girtiyan de digirin.”

Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan jî anî ziman ku çalakiya malbatên girtiyan pîroz e û wiha got: “Dayikên me rûmeta me ne. Têkoşîna tê dayîn ne tenê têkoşîna malbatên girtiyan e. Herkesê xwedî wijdan divê li vem malbatan be. Nêzikbûna li hemberî girtiyan ne wijdanî, siyasî ye. Girtiyên 30 sal in girtî ne înfazê wan tên şewitandin û nayên berdan. Em ê bi têkoşîna xwe qezenc bikin.”

Hevserok Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku ji bo asta demokrasiya welatekî bê dîtin, divê li girtîgehên wî welatî bê nêrîn û li girtîgehên Tirkiyeyê faşîzm heye û wiha got: “Faîlê tecawizê Mûsa Orhan serbest tê darizandin. Lê ev hiqûq ji bo girtiyên siyasî bi awayekî din pêş dikeve.”