25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan bi çalakiyan dikevin sala nû

Çakiyên Nobeda Edaletê yên malbatên girtiyan li Wan û Amed û çalakiya Malbata Şenyaşar jî li Rihayê didome

Riha

Emîne Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin û kurê wê yê girtî bê berdan, li pêş Edliyeya Rihayê 298 roj in di çalakiya Nobeda Edaletê de ye. Di 14’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar li pêş çavê sedan kesan qetil kirin. Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9’ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda edaletê de ne. Malbata Şenyaşar 298 rojin li ber xwe didin û li edaletê digigerin. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 298’emîn de berdewam dike. Têkoşîna me di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav.”

Amed

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbaten girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan bi dawî bûye bên berdan, ji 16’ê mijdarê ve  li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 46’emîn de berdewam dike. Gelek welatiyan di nava rojê de serdana malbatan kirin û piştgirî dan. Malbatan xwest ku di salan nû de girtiyên nexweş bên berdan.

Wan

Li  Wanê jî bi heman armancê ji bo girtiyên nexweş bêne berdan ‘Nobeda Edaletê’ ku ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin 25 roj li pey xwe hişt. Nobeda Edaletê li Baroya Wanê berdewam kir. Îro jî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî serdana malbatan kir û piştgirî dan malbatan